Nihat Kavşut
11 Nîsan 2018•Rojanekirin: 12 Nîsan 2018
KOCAELÎ
Serokwezîr Yildirim: "Tirkiye digel şer û nediyariya ku li dora wê diqewime hemû astengiyên ku derketin pêşiyê yeko yeko ji holê rakir û heta îro hat û bi gavên pêbawer ber bi pêşerojê va dimeşe."
Serokwezîr Bînalî Yildirim di "Zîrweya Teknolojî û Pîşesaziyê" da axivî ku bi destê Zanîngeha Teknikî ya Gebzeyê hat lidarxistin.
Yildirim di xeberdana xwe da destnîşan kir ku Tirkiye bi gavên pêbawer ber bi pêşerojê va dimeşe û wiha got: "Tirkiye digel şer û nediyariya ku li dora wê diqewime hemû astengiyên ku derketin pêşiyê yeko yeko ji holê rakir û heta îro hat û bi gavên pêbawer ber bi pêşerojê va dimeşe."
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku niha ji ser aboriyê da êrîşî Tirkiyeyê dikin û wiha peyivî: "Kesên ku xwestin derbeyê li demokrasiyê bixin piştî ku bi ser neketin niha jî ji ser aboriyê da ketine nav hewldanê. Em çawa îradeya neteweyî û îstiqrara siyasî diparêzin em ê êrîşên bi aboriyê tên kirin jî têk bibin."
Bînalî Yildirim diyar kir ku di 16 salên dawîn da ji gelek ezmûnan derbas bûne û wiha axivî: "Hewldanên wesayetê û êrîşên dijî îradeya gel, demokrasî û hikûmeta ku hatiye hilbijartin kêm nebûn. Herî dawîn 15ê Tîrmehê bi hewldaneke bêbext xwestin dest bidin ser welêt û dagir bikin. Bi alîkariya gel em heta roja îroyîn hatin."
Serokwezîr Yildirim di xeberdana xwe da bal kişand ser girîngiya zanist û zanînê û wiha got: "Zanîn hêz û quwet e. Dewletên ku xwediyê zanînê ne û zanînê diemilînin û pêşva dibin li pêş in. Dewletên ku zanînê dernaxin holê li paş dimînin. Divê em êdî vê fehm bikin û bibînin."
Yildirim der barê proje û pakêtên ji bona aboriyê tên meşandin da wiha axivî: "Di pergala teşwîqê ya ku hê zêdetir çêdike û zêdetir mezin dike da çi hene? Di warên ku ferqa di navbera kirîn û firotinê da zêde ye veberhênan hene. Hin analîstên aboriyê û reqîbên siyasî ji vê memnûn nebûn. Dibêjin 'hûn pakêtên teşwîqê yên mezin eşkere dikin û didin alîgirên xwe.' Kesên ku bi vê hişmendiyê tevdigerin tu wextê nikarin di rêvebiriya vî welatî da cî bigirin. Haya wan ji rastiyên Tirkiyeyê tuneye û cehaleteke wisa ye ku xwedîagahî nînin. 23 proje hene. Wê 35 hezar kes bên îstixdamkirin. Nerasterast 134 kes hatine îstixdamkirin. Tenê bi qelemekê 20 milyar dolar ferqa di navbera îtxalat û îxracatê da kêm dike."
Serokwezîr Yildirim di berdewamiya xeberdana xwe da wiha axivî: "Heft duwel êrîşî me dikin. Em li erdnîgariya Avrasyayê wisa li piya disekinin ku hêzên mezin yên ku dixwazin herêmê bînin hîzayê êdî li Tirkiyeyê mêze dikin. Wisa hêsan nîne. Wisa rehet nîne ku meriv wekî şûrekî bikeve nav 2 hêzên mezin û li Sûriyeyê ewlehî û îstiqrarê tesîs bike û terorê têk bibe."