Nihat Kavşut
13 Nîsan 2018•Rojanekirin: 14 Nîsan 2018
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Em li dostên xwe pêşniyaz dikin ji hewldanên ku meseleyê tevlihevtir dikin dûr bisekinin."
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Golbaşiya navçeya Enqereyê nimêja înê li Mizgefta Haci Velî-Hanim Erdem kir û piştî nimêjê daxuyanî da rojnamevanan.
Yildirim ji bona pirsa der heqê meseleya di navbera Amerîka-Rûsyayê da wiha got: "Di navbera Rûsya û Amerîkayê da li ser medyaya civakî nîqaşek tê kirin. Jixwe demeke dirêj e li herêmê şerê navxweyî heye û ji ber koçberiyê berdêlên giran tên dayîn. Em li dostên xwe pêşniyaz dikin ji hewldanên ku meseleyê tevlihevtir dikin dûr bisekinin."
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi têlefonê bi Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê ra axivî.
Yildirim der barê emilandina çekên kîmyayî da wiha got: "Emilandina çekên kîmyayî û qetilkirina însanên mesûm û zarokan nayê efûkirin. Ev bêbextî ye. Em bi tundî şermezar dikin."