27 Îlon 2015•Rojanekirin: 27 Îlon 2015
ANKARA
Welatiyên Tirkiyeyê ji bo eşkerekirina parlementerên heyama 26emîn a parlementoyê wê di 1ê Sermawezê de biçin sindoqê û rayên xwe bidin.
Teqwîma ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji bo hilbijartina 1ê Sermawezê amadekiribû di rewacê de ye û tê tetbîqkirin.
Di hilbijartina berwext a 1ê Sermawezê de li nav welêt 54 milyon û 75 hezar û 851, li derveyê welêt jî 2 milyon û 895 hezar û 885 dengdêr wê biçin sandiqê û ray bidin.
Li gor vê teqwîmê partiyên siyasî lîsteyên namzedên xwe yên parlementeriyê di 18yê Îlonê de teslîmî YSKyê kirin û lîsteya namzedên ku wê teqez di hilbijartinê de cih bigirin jî sibê (28ê Îlonê) eşkere dibe. Ray dayîna li derveyê welêt û li deriyên gumrukê jî di 8ê Cotmehê de wê dest pê bike.
AK Partî, Partiya Tirkiyeya Serbixwe, BBP, CHP, DP, DSP, HDP, Partiya Komunîst, Partiya Miletê, MHP, Partiya Seadetê, Partiya Wetan, Partiya Rizgariya Gel, Partiya Maf û Azadiyan wê beşdarî hilbijartinê bibin û hin partî li hemû herêmên hilbijartinê tevlî hilbijartinê nabin.
Hejmara dengdêran
Di hilbijartina 7ê Hezîranê hat kirin de li seranserê welêt 53 milyon û 765 hezar û 231 kes û li derveyê welêt jî 2 milyon û 867 hezar û 658 kes dengdêr bûn.
Saetên ray avêtinê
Ray avêtin li Tirkiyeyê wê 1ê Sermawezê roja yekşemê serê sibehê di saet 08.00an de dest pê bike û berê êvarê saet di 17.00an de wê bi dawî bibe lê ji ber biryara YSKyê li Adiyaman, Agirî, Artvîn, Bîngol, Bedlîs, Diyarbekir, Elazig, Erzincan, Erzirom, Gazîentab, Gîresun, Gumuşhane, Hekarî, Qers, Meletî, Qehremanmeraş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Tûncelî, Şanliûrfa, Wan, Baybûrt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdîr û Kilîsê wê deng dayîn saet di 07.00an de dest pê bike û berê piştî nîvrojê saet hetanî 16.00an wê dewam bike. Di saziyên ceza û înfazê yên ku li van bajarane de jî wê heman qirar bê sepandin.
Teqwîm
Hin merhaleyên girîng ên teqwîma hilbijartinê ev in:
28ê Îlonê: Namzedên parlementeriyê yên teqez ên partiyan ku ji kîjan herêma hilbijartinê hatine nîşandan wê eşkere bibe û li ser radyo, televizyon, Rojnameya Fermî û bajaran bê îlankirin.
8ê Cotmehê: Li nuneriyên derveyê welêt û deriyên sînor wê deng dayîn dest pê bike.
13ê Cotmehê: Di radyo û televizyonan de ji bo wext û qewlê axaftinên propagandayê yên partiyên siyasî yên ku dê beşdarî hilbijartinê bibin eşkere bibe wê pişk bê avêtin.
22yê Cotmehê: Serbestiya propagandayê û qismekî qedexeyên hilbijartinê wê dest pê bike.
25ê Cotmehê: Qewlê deng dayîn a ku li nuneriyên derveyê welêt û deriyên gumrukê dihatin dayîn wê bi dawî bibe. Di radyo û têlevizyonan de axaftinên propagandayê wê dest pê bikin.
31ê Cotmehê: Propagandayên hilbijartinê ji saet 18.00an bi şûn ve wê qedexe be.
1ê Sermawezê: Roja deng dayînê.