Nihat Kavşut
08 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2019
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay: "Peyama me ya ji bona civaka navneteweyî eşkere ye. Tirkiye dewleteke wisa nîne ku gorî gefxwarinan hereket bike."
Oktay di Merasima Vekirina Sala Akademîk ya 2019-2020an ya Zanîngeha Gaziyê da axivî.
Alîkarê Serokomar Oktay destnîşan kir ku peyama me ya ji bona civaka navneteweyî eşkere ye û got ku Tirkiye dewleteke wisa nîne ku gorî gefxwarinan hereket bike.
Oktay diyar kir Tirkiyeyê him ji heqê rêxistinên terorê ku ji bona sînorên Tirkiyeyê yên li başûr talûke ne derkeve û him jî wê firsendê çêke ku penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê ne bi dilê xwe vegerin welatê xwe.