05 Adar 2016•Rojanekirin: 05 Adar 2016
TEHRAN
Serokwezîr Davutoglu got, "(Têkiliyên bi Îranê ra) Heke em potansiyela mezin ya di têkiliyan navbera xwe da binirxînin, wê çaxê di çareserkirina bêîstiqrariya li herêmê, tehdîda terorê, şerê birayan da bingeheke hevpar bibînin. Ji bo sekinandina şerê birayan a li herêmê, şerê mezhebî û netewî Tirkiye û Îran dibê perspektîfeke hevpar ava bikin, ev zehf girîng e."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu: "(Têkiliyên bi Îranê re) Em di hin mijaran de dibe ku wek hev nefikirin lê em dîrok û erdnîgariya xwe nikarin biguherînin. Ev dîrok dîroka cîrantiyeke qedîm e. Erdnîgariya me erdnîgariyeke wisa ye ku hev temam dike. Him di hevdîtinên yekoyek de û him jî di hevdîtinên di nav heyetan de me gavên girîng avêtin ka emê çi bikin."