05 Adar 2016•Rojanekirin: 06 Adar 2016
TEHRAN
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku her çiqas bi Îranê ra di warê fikr û têkiliyan da cudahî hebe jî divê ji bo dawî li şerê herêmê were avakirina perspektîfeke hevbeş gelekî girîng e.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Alîkarê Yekemîn ê Serokomarê Îranê Îshaq Cîhangîrî li Qesra Sadabadê ya li Tehrana paytextê Îranê, piştî hevdîtinan civîna çapemeniyê ya hevbeş çêkirin.
Davutoglu got der barê têkiliyên bi Îranê ra wiha xeberda: "Heke em potansiyela mezin ya di têkiliyên di navbera xwe da binirxînin, wê çaxê em ê di çareserkirina bêîstiqrariya li herêmê, tehdîda terorê û şerê birayan da bingeheke hevpar bibînin. Ji bo sekinandina şerê birayan a li herêmê, şerê mezhebî û neteweyî, Tirkiye û Îran dibê perspektîfeke hevpar ava bikin, ev zehf girîng e."
Serokwezîr Davutoglu di mijara têkiliyên bi Îranê ra xeberdana xwe wiha dewam kir: "Em di hin mijaran da dibe ku wek hev nefikirin, lê em dîrok û erdnîgariya xwe nikarin biguherînin. Ev dîrok dîroka cîrantiyeke qedîm e. Erdnîgariya me erdnîgariyeke wisa ye ku hev temam dike. Him di hevdîtinên yekoyek ds û him jî di hevdîtinên di nav heyetan da me gavên girîng avêtin ka em ê çi bikin."