İbrahim Atmaca
02 Tebax 2017•Rojanekirin: 02 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî Adil el-Cubeyr piştî qeyrana navbera Qeter û welatên ereban, cara ewil li Stenbolê hevdîtin kir.
Ji bo geşedanên dawîn ên li ser Harema Şerîf Tirkiyeyê bang kir û Komîteya Îcrayê ya Wezîrên Karên Derva ya Teşkilata Tevkariya Îslamê li Stenbolê civîn kir. Di çarçoveya civînê da Çavuşoglu bi wezîr û heyetan ra hevdîtin kirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat hildan, Wezîr Çavuşoglu bi Cubeyrê hevtayê xwe ra li ser mijarên ku herdu aliyan eleqedar dike, sekinîn.
Her wiha Wezîr Çavuşoglu bi Wezîrê Karê Derva yê Hikûmeta Mitabaqata Neteweyî ya Lîbyayê Mihemed Tahir Siyala, Wezîrê Karên Derva yê Urdunê Eymen Safadî, Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Kamerûnê Adoum Gargoum û Wezîrê Karên Derva yê Endonezyayê Retno Marsudî ra jî cuda cuda hevdîtin kir û li ser mijarên rojane sekinîn.