Heyeta HDPê ya ku ji Cîgirserokên Koma HDPê Pervîn Buldan û Îdris Baluken û Parlementerê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk tê, wê 17ê sermawezê, roja duşemê bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re hevdîtinê bikin.
Buldan der barê hevdîtinê de pirsên nûçegihanê AAyê bersivandin.
Buldanê li ser pirsa "Di vê hevdîtinê de daxwazeke we ya berbiçav wê çêbibe an na?" gotina Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Beşîr Atalay ya "Pêvajoya çareseriyê wê bi awayekî şefaf bidome" bi bîr xist û wiha pê de çû: "Em vê gotinê wiha fêm dikin; 'ji vir û şûnde dibe ku pêngavên berbiçav û pratîk bên avêtin'. Ji ber vê çendê daxwazên me yên berbiçav diyar û eşkere ne. Roja duşemê em ê bi Birêz Akdogan re li ser vana bisekinin."
Pervîn Buldan wiha axivî: "Lewra piştî pêvajoya ragirtin û rawestandina pêvajoya çareseriyê, pir dem ji destê me çû û daxwazên me hê bi cih nehatin. Em ê di hevdîtinê de li ser van hemûyan bisekinin. Hikûmet wê piştî vî qasî çi bike an jî wê kîjan gavên berbiçav biavêje? Em ê cardin daxwaz û hêviyên xwe ji wan re bibêjin. Em ê piştî hevdîtinê daxuyaniyê bidin raya giştî."
Buldanê li ser pirsa "Pêvajo çima hat ragirtin, pirsgirêk ji kî derket?" jî wiha got:
"Ragirtina pêvajoyê ji me çênebû. Piştî meseleya 6 û 7ê cotmehê, hikûmetê pêvajo da sekinandin, hevdîtin nedibûn, diyalog hatibû birîn. Piştî daxuyaniya me ya duh... Lewra me beriya wê bi rayedarên lijneyê re hevdîtinek kiribû. Piştî wê hevdîtinê cardin rê li ber diyalogê vebûbû. Me ev jî bi awayekî eşkere daxuyandibû. Jixwe hikûmetê hincetên ragirtin û sekinandina pêvajoyê îfade kiribû. Fikreke me ya ku em pêvajoyê bidin sekinandin tu wextî çênebû."