Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag got ku bi ya wî êdî dewra girtina partiyên siyasî qediyaye û li gor wî di Tirkiyeyê de ji vir pê ve girtina partiyên siyasî êdî dê neyê rojevê.
Bozdag bi Serokê Giştî yê Hêvya Sor a Tirkan Ahmet Lutfu Akar re beşdarî merasîma îmzeyê ya der barê protokola alîkariya zarokên ku li girtîgehan de dimînin bû.
Bozdag piştî merasimê pirsên rojnamevanan bersivand. Li ser pirsa 'Heyeta HDPyê ji bo ziyareta Îmraliyê randevu xwest?' Bozdag got ku heta niha ji wan daxwazeke wiha nehatiye xwestin.
Li ser îdiayên 'Hasîp Kaplan dibêje wan xebat dane destpekirin ku partiya wan bê girtin' Bozdag wiha got: "Di zagonê de ji bo ku partiyên siyasî neyên girtin guherînên girîng hatin kirin."
Bozdag got ku ew dijî girtina partiyên siyasî ne û wiha axivî:
"AK Partî bi rêbazên xwe ve dijî girtina partiyên siyasî ye. Me her tim ev anî zimên. Dema ku em pêşnûmaya ewil ya guherîna zagonê binêhêrin, li Parlementoyê 8 madeyên nehatin qebûlkirin binêhêrin tevgera partiya me eşkere ye. Wê demê parlementerên BDPyê ji bo vê guherînê gotibûn 'na', rayên xwe nedabûn. Lê em wek partî dizanin ku girtina partiyan fikrên wan ji holê ranake, siyaseta wan dawî nake. Tirkiye di dinyayê de di nav welatên ku herî zêde partiyên siyasî tên girtin de serkeşiyê dikşîne. Qada siyasetê bûye goristana partiyên siyasî. Ji ber vê bi ya min dewra girtina partiyên siyasî qediya. Ji vir pê de li gor min girtina partiyên siyasî êdî dê neyê rojevê."
Bozdag ji bo hevdîtinên civîna Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî got ku ev hevdîtin bi dizî ne û ew nikarin der barê van hevdîtinan de agahiyan bidin.
Bozdag HDPyê û siyaseta wê rexne kir û wiha axivî:
"Birêz Kaplan û yên din ji wir îstismara siyasî dikin. Dixwazin hêza xwe xurt bikin. Divê ji vir ev bê gotin, 'Divê mirov rasteqîn be, bêyî îstismarkirinê li gor zagon û qanûnê siyasetê bike. Me di rojên dawîn de dît ku siyaseta HDPyê ji aştiyê dûr e. Him di bûyerên Kobanêyê de, him jî di çalakiyên din de mixabin zimanekî tundiyê tê bikaranîn. Ji ber wê em ji her kesî re dibêjin ku divê hiş, dil, aqlêselîmî bibe zimanê siyasetê. Divê partiyên siyasî pesnên tundiyê nedin, piştgiriyê nedin tundiyê. Dijî kesên tundiyê teşwîq dikin bisekinin. Divê HDP nebêje tundî, bibêje 'fikrekî min heye'. Divê bibêje 'hewcedariya min molotofan tune, hişê min heye'. Divê bibêje 'piştgiriya min terorê tune, projeyên min henin'. Em hêvî dikin ku di pêvajoya pêş me de HDP bikeve nav tevgereke wiha û ji vê jî sûdê bigre."