Yusuf Özcan
07 Hezîran 2021•Rojanekirin: 08 Hezîran 2021
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ligel Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Yves Le Drian hat cem hev.
Wezîr Çavuşoglu li Parîsa paytextê Fransayê ku ji bo ziyareta fermî lê ye, ligel Le Drian hevdîtina rûbirû û ya di navbera heyetan da pêk anî.
Hat diyarkirin, di hevdîtinê da Lîbya û Sûriye di serî da mijarên herêmî, Zîrweya NATOyê ya nêzîk, peywendiyên Tirkiye-Fransayê û Tirkiye-Yekîtiya Ewropayê hatin gotûbêjkirin.
Hevdîtina ku bêyî beşdariya çapemeniyê hat kirin bi qasî 2,5 saetan dewam kir.