30 Nîsan 2016•Rojanekirin: 30 Nîsan 2016
ÎSTANBÛL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Di mijara terorê da jî em dibînin ku cudakariyê dikin û dualî mêze dikin. Mêze bikin em dibêjin 'PYD rêxistina terorê ye', 'YPG rêxistina terorê ye'. Tiştekî ecêb e Wezîrê Parastina DYAyê tiştekî dibêje, ji aliyê din va berdevk tiştekî din dibêje. Dibêje 'Em YPG û PYDyê wek rêxistinên terorê nabînin'. Ev tiştekî çito ye? Dema ku em bi wan ra xeberdidin tiştekî dibêjin lê belê dema ku pişt li me dikevin tiştekî din dibêjin, ev tiştên cuda dibêjin. Wê çaxê eva mileta ew ê navika xwe bi xwe bibire. Careyeke din tune."
Serokomar Erdogan: "Kesên ku xwestin herêmê li gor xwe dîzayn bikin, çawa wê demê saziyên çapemenî û ragihandinê wek çek emilandin, 100 sal şunda jî heman tiştî îro dikin. Em di meseleya Sûriye, Iraq û Rojhilatê Başûrê Anadoluyê da heman helwestê di nûçe, manşet û kampanyayên medyaya civakî da dibînin û her roj dibin şahid."
Serokomar Erdogan: "Endam û alîgirên rêxistina terorê ya cihêxwaz him li derveyî welêt û him jî li nav welêt li dijî Tirkiyeyê çi hebe serî dikşînin. Niha jî endamên şebekeya bêbextiyê ku em jê ra dibêjin Rêxistina Dewleta Paralel di heman rewşê da ye. Tu ferq tuneye. Ev rêxistin li kîjan dewleta dinyayê xwedî derfet be hêz û endamên xwe li dijî dewlet û miletê me seferber kiriye."
Serokomar Erdogan got, "Kesên ku alayên rêxistina terorê di destê xwe da digerînin, alîgirên rêxistinên ermeniyan û endamên Rêxistina Paralel bi hev ra dikevin milên hev û li dijî welatê me sloganan diavêjin, xwepêşandanan dikin. Dema ku firsendê bibînin êrîş dikin. Ji bo vê ez her tim dibêjim 'xwemalî', 'milî'. Heke helwesteke we ya xwemalî û milî tunebe wek Rêxistina Paralel hûnê rihê xwe û bedena xwe bidin bin emrê kesên din û aqilê we yê jî ji kîsê xelkê be, ew ê li dijî welatê we, we bidin qîrandin, hûnê li dijî welatê xwe çekdar bibin."