ANKARA
Şûraya Leşkerî ya Bilind di bin serokatiya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan de roja duyem jî dest bi xebatên xwe kir.
Ewil fermandar hatin Baregeha Sererkaniyê. Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî di saet 09.55an de hate baregehê. Serokê Sererkanê Orgeneral Necdet Ozel ew pêşwazî kir.
Di şûrayê de li ser mijarên bilindkirina rûtbeyên general, amîral û serhengan, dirêjkirina dema wezîfeya wan û teqawîdbûna wan tê sekinandin. Der barê rewşa kesên ku ji ber bêdîsiplîniyê û bêexlaqiyê wê ji Hêzên Çekdar yên Tirk veqetin û hin mijarên din de jî hat axaftin.
Biryarên ku li YAŞê bên dayîn, di 3ê Tebaxê roja Şemiyê piştî ku Serokomar Abdullah Gul destûr bide wê bi gel re bê parvekirin.