BÛRSA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç li Bursayê beşdarî fitara Serokatiya Bajarê Bursayê ya AK Partiyê bû. Nêzî 10 hezar kes beşdarî vê fitarê bûn.
Bulent Arinç diyar kir, Xwedê vê fitarê nake nesîbê her kesî û şeva Leyletul Qedrê li hemû alema Îslamê pîroz kir. Xebat û guhertinên ku di dema Hikûmeta wan de hatine kirin jî bi lêv kir û wiha pê de çû:
"Pêngavên ku em ji bo demokratîkbûnê diavêjin wê bê navber bidomin. Di guhertineke ku me di vê dawiyê de kir jî, der barê leşkeriyê de bû. Lewra ew xala 35emîn a ku dibû hinceta derbeyan, me jî ew rakir. Rakirina wê gelek caran hat bilêvkirin, lê tu kesî dest nedayê. Di dema rakirina vê xalê de ji partiyên mûxalefetê yek li hemberê rakirinê derket. Mirov nizane ji bo vê rewşê bigirî yan jî bikene. Tirkiye êdî Tirkiyeya berê nîne. Têkiliyên di navbera leşkeriyê û siyasetê de baş e. Wazîfeya leşkeran eşkere ye, ew welatiyên xwe li dijî xetereyan diparêzin.
Arinç dûpat kir ku welêt ji aliyê sivîlan ve tê birêvebirin, dema ku ew di birêveberiyê de bi ser neketin, hewceyî derbeyê nake. Di demokrasiyan de derbe nayê qebûlkirin û Arinç wiha dewam kir: "Di bûyerên li Misrê de ew kesên ku dibêjin 'Mûrsî jî gelek xeletiyan kir. Leşker bi xêr hatin.' lenet li wan be. Ev feraset di tu demokrasiyeke dinyayê de tuneye. Sîvîl xeletiyan dikin, gel wan rast dike. Sindoq ji bo çi heye? Kesê ku îro ji sedî 25 ray girtibe, sibê dibe ku dakeve ji sedî 5an. Li Sîncanê bi ajotina tanqan, eyara balansê ya demokrasiyê nayê kirin. Eyara balansê ya demokrasiyê di sindoqê de tê kirin.