Nihat Kavşut
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Mixabin yek ji welatên FETO lê çalak e Afrîkaya Başûr e. Ez ê bi wan ra biaxivim. Berê me belge dabûn. Ez ê li gor geşedanên dawîn dîsa belgeyan bidim wan. Lewra di 15ê Tîrmehê da ev rêxistina terorê bû belaya serê me. Dibe ku sibê bibe belaya serê Afrîkaya Başûr. Ez ê bînim bîra wan."
Erdogan: "Dema em hatin ser kar li parzemîna Afrîkayê 12 balyozxaneyên me hebûn. Niha jî hejmara balyozxaneyên me 41 e. Ji bona nîşan bide em hatina kîjan astê ev zehf girîng e."
Erdogan: "Îro di meseleyên kurewî da guh li gotin û helwesta Tirkiyeyê ne. Bêguman ev jî bi saya hewldanên berfirah yên di 16 salan da hatine dayîn derketiye holê."
Erdogan: "Îro li dinyayê di warê alîkariya ji bona dewletên pêşneketine da bi 8,2 milyar dolarî va Tirkiye di rêza yekê da ye."
Serokomar Erdogan: "Li gorî qinaeta me di navbera rêxistinên terorê da ferq tuneye. Nav, gotin û rengê wan çi dibe bila bibe hemû rêxistinên terorê neyarên hevpar yên mirovahiyê ne. DEAŞ çi be FETO heman tişt e. PKK çi be Boko Heram û El Şebab eynî ye."
Erdogan: "Em ê destûrê nedin FETO vê axê qirêj bike û bi cî bibe. Em ê destûrê nedin ku dilsoziya dostên me yê Afrîkaya Başûr biemilîne."
Erdogan: "(FETO) Ev rêxistin li ku derê hebe jehra xwe berdide nav pergalê û rêxistineke qirêj û bêbext e."
Serokomar Erdogan: "Em ê destûrê nedin ku ev rêxistina bêbext wekî heyama 17-25ê Kanûnê bi endamên xwe yên veşartî pergala hiqûqê ya Afrîkaya Başûr sûîstimal bike. Geşedanên dawîn nîşan didin şerê dijî FETOyê ne tenê li Tirkiyeyê li dewletên din jî zehf girîng e."