Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu got "Wisa dixuyê ku gelek partî hene. AK Partiya ku li ser behrê balafirgeh çêdike heye. Yek jî partiyên Tirkiyeya berê yên ku tên bal hev, hemû bi hev re kom dibin û dixwazin vegerin Tirkiyeya berê hene."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di mitînga ku partiya wî li Trabzonê Qada Ataturkê ya Meydan Parkê li dar xist de axivî û wiha bangî trabzoniyan kir:
"Silav ji sûltanên osmaniyan re ji Fatîh Sûltan Mehmet Xanê ku Trabzon emanetî me kir, li Trabzonê mezin bû, pişt re jî ji Yavuz Sûltan Xanê ku li Trabzonê mezin bû û di nav 8 salan de Rojhilata Navîn û Misrê feth kir re silav, silav ji Qanûnî Sûltan Silêyman Xanê ku vir hat dinê û ji vê axê feyz girt û hikmê heft diyar û heft îklîmê kir re. Silav ji axa, çiya, kevir û ava Trabzonê re."
Davutoglu di axaftina xwe de diyar kir ku îro bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re Balafirgeha Ordu-Gîresûnê vekirin û wiha axivî:
"Wisa dixuyê ku gelek partî hene. AK Partiya ku li ser behrê balafirgeh çêdike heye. Yek jî partiyên Tirkiyeya berê yên ku tên bal hev, hemû bi hev re kom dibin û dixwazin vegerin Tirkiyeya berê hene. Trabzoniyên ezîz gelo hûn amade ne ku di 7ê hezîranê de piştgiriyê bidin Tirkiyeya nû? Hebûna Tirkiyeyê wesîleya rabûna ser piyan a Rojhilata Navîn e, wesîleya rabûna ser piyan a Asyaya Navîn û Balqanan e."
-"Digotin ku 4 xeletî rastiyekî dibe"
Serokwezîr Davutoglu got "Heta duh 4 bûn. Her 4 bi hev re ango CHP, MHP, HDP û rêxistina paralel bûn yek û hewl didin ku AK Partiyê dûr bixin. Digotin ku '4 xeletî rastiyekî dibe' Halbûkî ew hesaba Trabzonê nizanin. Trabzonî dibêje ku 'rastiyek çar xeletiyan dibe.' Niha du hebên din jî serê zêde bûn. Sê partî hene, sê heb çete jî hene."
Serokwezîr Davutoglu got "Hûn eniya li dijî me dibînin gelo? Sê partiyên legal; MHP, CHP, HDP li aliyekî. Sê jî çete hene; Qendîl, rêxistina paralel, DHKP-C. Hemû li dijî me ne."
Ji aliyê din ve Davutoglu destnîşan kir ku Çapemeniya Dogan û çapemeniya rêxistina paralel jî piştgirî didin CHPyê û wiha axivî: "Me duh kiryar tespît kir. Kiryar terorîstekî ku di sala 2007an de ji doza DHKP-Cyê hatiye girtin e, ango DHKP-C bombeyan datîne. Hemû bi hev re AK Partiyê sûcdar dikin."