Türkan Tosun
08 Nîsan 2018•Rojanekirin: 09 Nîsan 2018
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Efxanistanê bi Serokê Heyeta Îcrayê re civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Yildirim di civînê de wiha axivî: "Di rojên dawîn de Efxanistanê pêvajoya aştiyê ya ku terorê ji binî va çareser bike daye destpêkirin ku ev gaveke pir wêrek û bimene ye. Em dixwazin bi taybetî Taliban bila vê gava dîrokî bi awayekî herî baş bi kar bîne. Êdî dema desthevgirtinê, rabirdûyê li paş hiştîn û avakirina dahatuyê hatiye."
- "Em hêvî dikin li Iraq û Sûriyeyê îstiqrar pêk bê"
Serokwezîr Yildirim behsa îstiqrara li Iraq û Sûriyeyê kir û wiha got: "Em hêvî dikin di dahatûyeke nêz de li Iraq û Sûriyeya cînarên me îstiqrar bi tevahî pêk bê, bi parastina yekîtiya axa welatan ve sîstemeke nû ya rêvebiriyê ya ku hemû komên nijadî di nav aştiyê de bikaribin bijîn çêbibe."