20 Tebax 2016•Rojanekirin: 21 Tebax 2016
ŞANLIURFA
Îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Şanliurfayê ku li ser gotinên Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê hat amadekirin bi destê Dadgeha Cezayê Giran a Şanliurfayê hat qebûlkirin.
Îdianame piştî gotinên Yuksekdagê ku gotibû "Me pişta xwe daye YPG, YPJ û PYD" hat amadekirin û di îdianameyê da ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê û endamtiya rêxistina terorê a çekdar" heta 15 salan cezayê hepsê tê xwestin.
Di îdianameya ku der barê Yuksekdagê hat amadekirin da "şemaya PKK/KCKya rêxistina terorê, rêzikameya PYDyê, hûrgiliyên siyasî û aboriyê yên teşkîlatê, peymana KCKyê, rêziknameya PKKyê, şemaya Rêxistinê, Rêziknameya PYDyê û danberheva rêziknameya PKK û KCKyê" cî digirin.
Di îdianameyê da gotinên Yuksekdagê ku di 19ê tîrmeha 2015an da li Sirûca navçeya Şanliurfayê di çalakiya HDP û DBPyê da kiribû û gotibû "Me pişta xwe daye YPG, YPJ û PYD" cî dirin.
Di îdianameyê da ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê û endamtiya rêxistina terorê a çekdar" heta 15 salan cezayê hepsê tê xwestin.