21 Tebax 2016•Rojanekirin: 21 Tebax 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand, Gazîentab bajarê biratî, tevkarî û îstiqlalê ye û lenet li êrîşa xayîn, menfûr û wehşî anî.
Kurtulmuş li ser hesabê xwe wiha got: "Rehma Xwedê li birayên me yên ku di êrîşê da mirin bibe, Xwedê sebrê bide malbatên wan, şifayê ji birîndaran ra bişîne. Em hemû divê vê yekê bizanin û ji bîr nekin ku weke ku Birêz Serokomarê me got, ev Şerê Îstiqlalê yê duyemîn e."