QAHÎRE
Sekreterê Giştî yê Partiya Dad û Azadiyê (PDA) Huseyn Îbrahîm di daxuyaniyeke nivîskî de got: "Partiya me dê beşdarî bangawaziya hevdîtinên dîyaloga neteweyî ya ku Serokomarê berwext Adlî Mansûr kiriye, nebe."
Îbrahîm bal kişand ku PDA dê tu carî destdanîna artêşê ya li ser birêvebiriyê meşrû nebîne. Her wiha da zanîn ku Serokomarê Misrê yê ku hatiye hilbijartin Mûhamed Mûrsî ye û got ji ber vê yekê heke em beşdarî hevdîtinan bibin, em ê bi destê xwe mudaxaleya artêşê meşrû bikin.
Serokomarê berwext Adlî Mansûr, hevdîtinên ku bi temsîlkarên siyasî, dînî û komên ciwanan re pêk tîne, li Qesra Serokomariyê didomîn e.
Ji Serokên Selefiyên Fasê Rexne
Serokên partî û komên Selefî yên Fasê, helwesta komên Selefî yên Misrê ya li hember destdanîna artêşê ya li ser birêvebiriyê rexne kirin.
Ji serokên Selefiyên Fasê Mûhamed el-Fîzazî got: "Helwesta Selefiyên Misrê ya li hember biryara artêşê me dide şermê û her wiha bi serê xwe îxaneta meşrûiyetê ye."
Endamê Lijneya Birêvebiriya Partiya Fazîlet û Nahdayê û her wiha serokê Selefiyan Abdulwehab Rafîqî di daxuyaniyeke nivîskî de wiha got: "Destdanîna artêşê ya li ser birêvebiriyê qaşo ji bo demokrasiyê ye lê eşkere ye ku derbeyeke leşkerî ye. Li hember vê derbeyê helwesta hin partiyên îslamî yên li Misrê me dide şermê û ev helwest dê tu car neyê jibîrkirin."