Bilal Çelikten, Bestami Bodruk
12 Gulan 2026•Rojanekirin: 12 Gulan 2026
Li Diyarbekirê "6emîn Fuara Pirtûkan a Çermîkê" bi merasimê vebû.
Fuar ji hêla Qaymeqamtî û Şaredariyê li Salona Werzişê ya Çermîkê hat lidarxistin û 45 nivîskar û 107 weşanxane beşdarî fuarê bûn.
Di fuarê da ya qedera 350 hezar pirtûk bi xwîneran ra hatin cem hev, çalakiyên wekî atolyeyên lîstik û şiyanê, pêşandanên palyaçoyan, sînemaya servekirî, konser û hevpeyvînên nivîskaran hatin lidarxistin.
Bahadir Yenîşehirliogluyê Parlamenterê Manîsayê û Wekîlê Serokê Koma AK Partiyê, Suna Kepolu Atamana Parlamentera AK Partiyê ya Diyarbekirê, Adem Karataşê Qaymeqamê Çermîkê, Şehmus Karamehmetogluyê Şaredarê Çermîkê û Cevat Baranê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeya Çermîkê beşdarî vebûna pêşangehê bûn û her yekî axaftinek kir.
Piştî axaftinan fuar hat vekirin.
Fuara Pirtûkan a Çermîkê dê heya 17ê Gulanê vekirî be.