Oktay Demirci
03 Tebax 2026•Rojanekirin: 03 Tebax 2026
Li Doganşehira navçeya Meletiyê di zincîre qezayê da 7 kes birîndar bûn.
Otomobîla plaqe 38 EC 961, TIRa plaqe 01 BH 544 û otomobîla plaqe 44 BL 055 yên navê ajokarên wan nehat bidestxistin, li Taxa Guzelkoyê li hev ketin.
Li ser îxbara kesên hazir, ekîbên tenduristî, polês û cendirmeyê hatin sewqkirin.
Her wiha 7 kesên ku di qezayê da birîndar bûn bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.