Gökçe Karaköse Hatipoğlu
27 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2026
Li Pendîk û Tuzlaya navçeyên Stenbolê ji ber barana gur hin cî di binê avê da man, şofêran jî di rêyan da zehmetî kişand.
Li bajêr ji ber barana gur a ku ji şevê pê va barî, li ser hin kolanên Pendikê golên avê çêbûn.
Li Taxa Kaynarcayê jî ji ber baranê bihurekeke jêr di binê avê da ma.
Ava baranê ya ku ji kolanekê ber bi bihurekê va wekî sûlavê kişiya, bi telefona destan a welatiyekî va hat qeydkirin.
Ava Çemê Kemîklîdereyê ya li navçeyê jî zêde bû.
Li ser rêya Fermandariya Tersaneyê ya Stenbolê ya Kaynarcayê jî gola avê çêbû.
Qismekî tunela li termînala kargoyê ya li Balafirgeha Sabîha Gokçenê jî ji ber baranê tijî av bû.
Rêya sereke û rêyên li kêlekê yên aliyê Pendîk û Tuzlayê yên ber bi rêbeja D-100î serê sibê ji ber rewşa hewayê hatibûn girtin, lê piştî ku av vekişiya rê jî ji hatin û çûyînê ra vebûn.