Fatih Gökbulut
16 Îlon 2026•Rojanekirin: 16 Îlon 2026
Walîtiya Enqereyê ragihand ku şeveqa sibehê şûnda li bajêr baraneke gur tê payîn.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê NSosyalê yê Walîtiyê hat dayîn da wiha hat gotin:
"Li gor daneyên dawî yên ku ji Navenda Dahûrîn û Texmînê ya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hat dayîn, ji şeveqa sibehê şûnda li der û dorên Enqereyê wekî herêmî tavî û teyrok tê payîn. Ji ber vê yekê divê meriv ji bo rabûna lehiyê, birûsk, bager, zîpikê baldar û bi tevdîr be û ji bo çûyîn û hatinê tevdîra xwe hilde."