Türkan Tosun
29 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Etaba ewil a Balafirgeha Nû ya Stenbolê îro di saet 16.30yan da wê bi bernameyeke ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdar dibe va bê vekirin.
Çêkirina Balafirgeha Nû ya Stenbolê dema temam bibe ewê bibe balafirgeha herî mezin a dinyayê.
Ji bo merasîma vekirinê çend saet man.
Balafirgeh wê di salvegera avakirina Komarê da ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va bê vekirin. Ji çar aliyên dinyayê ji 50î zêdetir mêvanên payebilind wê bibin şahidê vê merasimê.
Welatiyên dixwazin beşdarî merasimê bibin hêdî hêdî tên balafirgehê û amadehiyên dawîn ên merasimê jî tên kirin.
Li der û dora balafirgehê û li qada balafirgehê alayên Tirkiyeyê, wêneyên Xazî Mustafa Kemal û yên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hatine daliqandin.
Afîşên li ser "Balafirgeha me ya nû bila ji welêt û gel ra li ser xêrê be" nivîsandî li hundir û dervayî balafirgehê hatine daliqandin.
Alayên welatên ku beşdarî merasimê dibin jî li ber platformê hatin bicihkirin.
Ji rojnamevan û rayedarên din ên ku wê merasimê bişopînin ra kartên pêsîrê hatin belavkirin.
Otobêsên Şaredariya Mezin a Stenbolê "HAVÎST" yên xebatkaran dibe û tîne jî li qadê cihê xwe girtin.
Li qadê vîdeoyên çêkirina balafirgehê nîşan didin li ser ekranan tên nîşandan.
Merasîm wê bi konsera Orkestraya Senfoniya Serokomariyê dest pê bike û bi weşanên zindî ji 4 aliyê cîhanê wê bê şopandin.
- Gelek serokdewlet wê beşdarî merasîma vekirinê bibin
Gelek serokdewlet wê beşdarî merasîma vekirinê bibin ku ji wan hinek ev in;
Serokê Komara Albanyayê Ilir Meta, Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî, Serokê Komara Qirgiz Sooronbay Jeenbekov, Serokê Komara Kosovayê Hashim Thacî, Serokê Komara Qibrisa Bakur a Tirkî Mustafa Akincî, Serokê Komara Makedonyayê Prof. Gjorge Ivanov, Serokê Komara Moldovayê Igor Dodon, Serokê Komara Îslamî ya Pakistanê Dr. Arif Alvî, Serokê Komara Sirbistanê Aleksandar Vucic, Serokê Komara Sudanê Feldmareşal Omar Hassan Ahmad Al Bashir, Serokê Konseya Wezîran a Bosna Hersekê Dr. Denîs Zvîzdîc, Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borîsovê, Cîgira Serokwezîrê Slovenyayê Alenka Bratusek,Wezîrê Karên Derve yê Gurcistanê David Zalkalîanî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Dr. Mihemed Cewad Zerif, Seroka Herêma Gagauza Xweser a li Komara Moldovayê Irina Vlah wê beşdarî merasîmê bibin.