15 Tebax 2016•Rojanekirin: 17 Tebax 2016
DIYARBAKIR
Kesên ku xizmên wan di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ya li Sûra Diyarbekirê da mirin, bertek nîşanî rêxistina terorê PKKyê dan.
Li Sûra ku navçeyeke navendê ye li tanga Pira Dehderî terorîstên PKKyî bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî wesayîta polêsan kiribûn. Di êrîşê da Behi̇ye Yildirim (52), keçên wê Derya Yildirim (23) û Demet Yildirim Aydin, neviyên wê Oguz Kaan û Ceyli̇naz Aydin (3) miribûn. Xizmên wan li Erxeniyê li xaniyê taziyeyê serxweşiyê qebûl dikin.
- "Alîgirên van bira şerm û fêdî bikin"
Erdogan Yaşarê birayê Behiye Yildirima ku di êrîşê da mir, daxuyanî da peyamnerê AAyê û naletî êrîşkaran kir.
Yaşar got ku êrîş nayê qebûlkirin û wiha xeberda, "Her kî ev êrîş kiribe, ev bênamûsî ye, bêşerefî ye. Kî ev kiribe, mirovê herî adî yê dinê ye. Alîgirên van bira şerm û fêdî bikin. Em hemû kurd in û zarokên xas ên Diyarbekirê ne. Ew ne ji Diyarbekirê ne. Xwedanên Diyarbekirê em in."
Yaşar got ku ne bi tenê ji ber xwîşk û xwarziyên wî, herwisa ew ji ber mirina her kesekî ku çi polês, lekşer û sivîl be li ber xwe dikevin û êrîşan şermezar dikin.
- "Kurd îro lanetê li wan dikin"
Yaşar destnîşan kir ku di pêvajoya aşitiyê da wî digel malbata xwe ray da HDPyê ku aşitî çêbe û wiha dewam kir, "Şerm û fedî nekirin û em xapandin. Em poşman bûn ku me raya xwe da wan. Careke din jî nikarin rayê bistînin. Kurdên li Gebze û Dîlovasiyê îro lanetê li wan dikin."
- "Kesên ku bûn sedema vê bûyerê bila hewaleyî Xwedê bin"
Du keçik, du nevî û jina Necatî Yildirim di teqînê da mirin. Kamber Yildirimê kekê Necatî Yildirim got ku keç, zava û neviyên birayê wî ji Gebzeyê hatin û birayê wî ji bo ku wan bigerîne ew roj li nêzî Pira Deh Derî bûn, lê êrîş di ser wan da hat. Yildirim got: "Kesên ku bûn sedema vê bûyerê hewaleyî Xwedê bin, ji Xwedê bibînin."
Yildirim rîska korbûna çavê çepê yê birayê wî heye û tedawiya wî dewam dike, ji ber vê jî wan hê jê ra negotiye ku malbata wî miriye û wiha dewam kir: "Dema ku em diçin serdana wî ji me ra dibêje, 'Mifte li cem xanimê ye, miftê jê bistînin û biçin malê' Kula me zêde ye."
Yildirim ji bo ku ew di roja wan a teng da tenê nehîştin, sipasiyên xwe pêşkêşî Waliyê Diyarbekirê û Qaymeqamê Erxeniyê kir.
- "Ez rêxistina terorê û kesên ku li ber van bêdeng dimînin lenet dikim"
Mahzûnî Yildirimê kurapê Derya û Demet Yildirima ku di êrîşê da mirin, lenet li PKKya rêxistina terorê anî.
Yildirim got ku kula wan giran e û wiha dewam kir: "Ji ber ku bûn sedema vê kul û kedera me, ez rêxistina terorê ya destbixwîn lenet dikim. Ez kesên ku piştgiriyê didin van û li ber van bêdeng dimînin jî lenet dikim. Wê bibînin ku piştî her bombeyeke ku diteqînin, gel ji wan pir dûr dikeve. Ev demên wan ên dawî ne. Gelê me wê berteka ku hewce dike, hem bide nîşanî rêxistina terorê û hem şaxa wê ya siyasî."
Yildirim got ku êrîş li cihên ku sivîlê û turîst lê zêde bûn hat kirin, ev êrîşeke li dijî mirovahiyê ye.
Yildirim anî ziman ku wan şûna bûkaniyê kefen li Derya Yildirim kirine û wiha axivî: "Yên bûn sedem ku koka du malbatan biqele, Xwedî belaya xwe bide wan. Em tenê xwe teselî dikin ku ew bûne şehîd. Ahê kesên ku mirin û yên eqrebayên wan wê ji wan re nemîne."
- "Wê di xwîna xwe de bixeniqin"
Yildirim wiha bertek nîşanî PKKê da: "Yekîtiya gelê me wê lîstika wan a qirêj, polîtîkaya wan a şer û kuştinê wê serobino bike. Em ê nîşanî wan bidin ku tu meneya gotinên wan ên ku dibêjin "aştî", "demokrasî" 'û "azadî"yê tune. Yan ew ê rêzê nîşanî jiyan, bawerî û hilbijartina vî gelî bidin û an jî wê di xwîna xwe de bixeniqin."
Yildirim got ku xwarizyê wî, du zarokên wî û zavayê wan ji Duzceyê hatibûn mêvandariyê lê wan ev zilm kir û ew vê zilmê şermezar dike.