15 Tebax 2016•Rojanekirin: 17 Tebax 2016
RIO DE JANERIO
Werzişvan Ibtîhaj Mihemeda ku di Lîstikên Olîmpiyatê ya 2016 Rîoyê de li ser navê Amerîkayê di qada eskrîmê de beşdarî pêşbirkan dibe, di olîmpiyata ewil a tîma xwe de Îtalyayê têk bir û madalyaya bronz qezenc kir.
Ibtîhaj Mihemed ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ev madalya wê bibe sedem ku pêşdarizandin ji holê rabin û wiha axivî: "Wateya vê madalyayê pir giring e. Ev li hember pêşdarizandinên der barê misilmanan, reşikên ku eslê xwe ji Efrîkayê lê ji Amerîkayê ne û jinan de bersîvek e. Di werzişê de dîn, nijad û zayenda tu kesî nanihêrin. Kî li kîjan taxê mezin bûye an jî di kîjan kolejê de perwerde dîtiye nabe pirsgirêk. Kî qezenc bike ew dibe şampiyon. Çand û dînên cuda li vir tên li ba hev. Ez jî bi laçika xwe beşdarî pêşbirkê bûm. Waye tişta ku jê re dibêjin rihê olîmpiyatê ev e."
Werzişvana amerîkî ya 30 salî got ku di salên dawîn de ew çend caran seqet bûye û ji malbat û hezkiriyên xwe ji dûr ketiye û wiha got: "Ez vê madalyayê diyariyê malbata xwe, bi taybetî jî diyariyê xwarziya xwe dikim."
- "Gelê tirk ez tenê nehîştim"
Mihemed got ji ber ku ew yekem kesa sergirtî ya ku di Tîma Olîmpiyatê ya DYAyê de cih digre zêde balê dikşîne û wiha dewam kir: "Dema pêşbirkan de gelê tirk piştgiriyeke mezin da min. Demek berê ez ji bo pêşbirkekê hatibûm Tirkiyeyê. Welatekî xweş e û însanên wê dost in. Ji ber ku piştgirî dane min ez spasiya gelê tirk dikim. Ez nikarim piştgiriya tirkan ji bîr bikim. Li ser medyaya civakî û bi emailan ve moral dane min. Ez bi saya wan li ser vê kursiyê me. Ji ber ku min xwedî derketin ez spasiya wan dikim."
- "Mihemed Elî lehengê me hemûyan e"
Ibtîhaj Mihemed anî ziman ku wê her tim boksorê navdar Mihemed Elî yê ku di meha hezîranê de wefat kir ji xwe re wek leheng hilbijartiye û ew şopandiye.
Mihemed wiha axivî: "Mihemed Elî ne bi tenê lehengê min, lehengê hemû amerîkiyan e. Ne bi tanê lehengê misilmanan, lehengê afo-amerîkiyan, lehengê me hemûyan e. Wî çirayek vêxist û bi vê çirayê ve aliyê welat guherand."