Muhammet Kurşun
02 Îlon 2017•Rojanekirin: 03 Îlon 2017
ANTALYA
Wezîrê Derveyî Mevlut Çavuşoglu der barê krîza Sûriyê û bûyerên li Iraqê de got: "Li Sûriyê şert û merc ji salek berê çetir in, lê em ji hedefê dûr in. Em ji bo çareseriya siyasî û agirbestê dixebitin."
Çavuşoglu di bernameya AK Partiyê ya li navçeya Antalyayê Finikeyê axivî û der barê rojevê de nirxandin kirin.
Wezîrê Derveyî bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye her diçe bihêztir dibe û li hemberî dijminên hundir û derve şerê xwe didomîne.
Çavuşoglu behsa geşedanên Rojhilata Navîn, krîza Sûriyê û rewşa li Iraqê kir û wiha axivî:
"Emê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Sûriyê. Li Sûriyê şert û merc ji salek berê çetir in, lê em ji hedefê dûr in. Em ji bo çareseriya siyasî û agirbestê dixebitin. Em hewl didin hêviyan vala dernexînin. Welatên 1991ê de serxwebûna xwe bi dest xistin gelek tişt ji me hêvî dikirin, lê me hemû vala derxistin mixabin. Loma divê em bihêz bin."