Abdullah Tel
02 Îlon 2017•Rojanekirin: 03 Îlon 2017
ANKARA
Wezîrê Gihandin Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan daxuyanî da nûçegihana AAyê û diyar kir ku ji bo cihê guzergaha "Projeya Qanal Stenbolê" bê kifşkirin, peymana projeya edutê hat îmzekirin.
Arslan bal kişand ser giringiya "Projeya Qanal Stenbolê" ya ji bo sektorên gihandin, lojîstîk, tûrîzm û yên din û ragihand ew projeyeke mezin e.
Wezîrê Gihandin Ragihandin û Behrevaniyê Arslan destnîşan kir ku xebatên endazyariyê, raye û berpirsyarî, wezîfe, stratejî/Etuta projeya Qanal Stenbolê û Şertnameya Xizmetên Şêwirîn û Projeyê wê li gor peymana hat îmzekirin bên eşkerekirin.
"Ji bo keştiyan rêyeke alternatîf wê çêbibe"
Di axaftina xwe da Arslan qezayên keştiyan ên di Geliyê Stenbolê da diqewimîn bibîr xist û got: "Ji bo parastina xweşiya Geliyê Stenbolê ya dîrokî rêyeke alternatîf tê plankirin. Bi saya projeyê trafîka keştiyan a di gelî da wê kêm bibe û rêyeke alternatîf çêbibe."