05 Sibat 2018•Rojanekirin: 05 Sibat 2018
ANKARA
Li giştiyê welêt di operasyonên terorê yên ku navbera 29ê rêbendan û 5ê sibatê hatin kirin da 15 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Karên Navxweyî hat dayîn, di çarçoveya têkoşîna rêxistinên terorê yên cudaxwaz da di nav hefteyeke dawîn da hêzên ewlehiyê hezar û 22 operasyon kirin.
Di operasyonan da bi îdiaya ku alîkarî û piştgirî dane PKKya rêxistina terorê ya cudaxwaz 335, bi îdiaya ku bi DEAŞa rêxistina terorê ra têkildar in 27, di çarçoveya têkoşîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) da 518, di çarçoveya têkoşîna rêxistinên terorê yên çepgir da jî 35 bersûc hatin binçavkirin.
Di operasyonên plankirî yên ku hatin kirin da 4 hezar û 613 kes ku ji ber sûcên teror, koç, hişbir û qaçaxcîtiyê hatin girtin.
Di operasyonên giştiyê welêt da Murat Uçerê bi kodnavê Eylul Erganî ku qaşo berpirsê Amedê ye û di nav lîsteya hêşîn a PKKê da ye, Velî Taşkiranê bi kodnavê Botan ku qaşo berpirsê herêmê ye û Înan Agyolê bi kodnavê Bager Tofan ku qaşo berpirsiyarê hêzan e jî di nav da 5 jê mirî, 7 jê sax, 3 jê teslîm bi tevahî 15 terorîst hatin berterefkirin.
Her wiha 449 gumanbarên ku li ser medyaya civakî dijî Operasyona Çiqlê Zeytûnê propagandaya terorê kirin û 121 kesên ku beşdarî çalakiyên protestoyan bûn, hatin binçavkirin.
Di operasyonên ku li Bîngol, Bilîs, Mêrdîn, Sêrt û Tunceliyê hatin kirin da 9 sitargeh, parêzgeh û şikeftên ku mensûbên rêxistina terorê dixebitandin û 4 teqemeniyên destçêkirî ku wek defik hatibûn danîn û mayîn hatin îmhakirin.
Hêzên ewlehiyê 638 kîlo madeya ku di çêkirina teqemeniyan da tê xebitandin, 6 bombeyên destan, 6 jê giran û lûledirêj bi tevahî 13 çek û hezar û 675 muhîmatên muxtelif hatin bidestxistin.