24 Sibat 2017•Rojanekirin: 24 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Dest bi darizandina Selahattîn Demirtaşê Hevserokê Gişkî yê HDPê ya bi hinceta di axaftina xwe ya 7ê hezîrana 2015an da li Sancaktepeyê "gel ji bo rik û dijmintayî tehrîk kiriye" kirin û ji bo wî 3 sal cezayê hepsê tê xwestin.
Demirtaşê ku li Saziya Înfaza Ceza ya Girtî a Ewledar a Bi Tîpa Fyê ya Edirneyê girtî ye bi Sîstema Deng û Dîmenî (SEGBÎS) va beşdarî rûniştina ku li Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya 34an a Anadoluyê tê dîtin bû.
Parêzerên herdu aliyan li dadgehê amade bûn û Fîlîz Kerestecîogluya Cîgirseroka Koma HDPê, Parlementera Stenbolê Huda Kaya, Parlementerê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman, Serokê Partiya Sosyalîstên Ewropayê (PES) Sergeî Stanîshev, Serokê Partiya Çepgir a Swêdê Jonas Sjosted û nûnerên ji balyozxaneyên dewletên wek Swêd, Danîmarka, Îtalya, Norwecê beşdarî rûniştinê bûn.
Çaxa ku Demirtaş bi sîstema dîmenî va beşdarî dozê bû partiyî rabûn pê û Demirtaş silav kirin.
Nasnameya Demirtaş hat tespîtkirin û paşê Demirtaş diyar kir ku ew zewicî ye û bavê 2 zarokan e, karê wî parêzerî ye û mehane 13 hezar lireyî qezenc dike.
Demirtaş xwe parast û herwiha îdia kir ku îdianameya der heqê wî da îdianameyeke ne cidî ye ku ew xwe bi awayekî dûr û dirêj biparêze û wiha got, "Ev îdianame ji cidiyetê dûr e û herwiha bingeha wê ya hiqûqî tuneye. Ji ber hindê heyfa birêz dadgeha we ye ku hûnê wextê xwe bi vê îdianameyê ra xerc bikin. Madem doz vebûye, ez li hizûra we me, naxwe ezê parastina xwe pêşkêş bikim."
- "Ji ber vê îdianameyê ez li ber xwe ketim"
Demirtaş diyar kir ku li bêtirî 30 bajarên Tirkiyeyê der heqê wî da doz hatine vekirin û herwiha ev doz berdewam in û wiha pê da çû:
"Ji ber vê yekê şandina min ya bi wesayita girtigehê ez wek şikandina rûmetê dibînim û jixwe ne mimkun e. Di serî da mafê min yê darazandinê ji destê min hatiye stendin. Lazim e beriya vê serdozgeriyê lêkolîneke baş kiriba. Ez wek endamê meclîsê ji îdianemeyê xemgîn bûm. Dozger û meqamên îdiayan mecbûr nînin ji me hezb ikin an jî qiymetê bidin fikrên me. Lê mecbur in ku hûrmetê nîşan bidin û cidî hereket bikin. Li ser daxwaznameya gilîdar bûnê tu guhertîn nehatine kirin û dîrekt kirine îdianema. Ev lêpirsin nîne." Maf dan parêzerên Demirtaş û parêzeran got ku ew beraeta muwekkîlên xwe dixwazin.
Demirtaş piştî parêzeran dîsa axivî û got ku ew êdî naxwaze beşdarî celseyên din bibe û xwest ku êdî neyê celseyên dozê.
Dadger biryar da ku der heqê bombedanîna Star Medyayê da ji Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê ji bo lêkolînkirinê dosyeya lêpirsînê xwest.
Li ser daxwaza parêzerê Demirtaş, dadger biryar da ku ji Serdozgeriya Komarê ya Buyukçekmeceyê ra mizakere were nivîsandin û were pirsîn ka bê gelo têkiliya guleberdana Serokê Grûba Star Medyayê Murat Sancak û dosyeya lêpirsînê bi hev heye an na. Dadger daxwaza Demirtaş ya ku êdî naxwaze beşdarî celseyên dozê bibe jî qebûl kir.
Dadgehê ji bo kêmasî bên temamkirin, rûniştin taloq kir.
- Ji îdianameyê
Gumanbar Selahattîn Demirtaş, di 7ê hezîrana 2015an da, di mitînga li Sancaktepeyê ya Partiya xwe da rojnameya Starê kiribû destê xwe hejandibû, piştî vê axaftina Demirtaş di 19ê tîrmeha 2015an da bombe danîbûn avahiya li ser Kolana Bahariyê ya Taxa Ataturka Kuçukçekmeceyê ku rayedarên Star Medya AŞyê û Dînamîk Radyo Televîzyonê lê diman. Di îdianameyê da hat îfadekirin ku bombe ji aliyê ekîbên pispor ên îmhekirina bombeyê va hatiye îmhekirin.
Di îdianameyê da tê xwestin ku Demirtaş ji ber sûcê "bi eşkereyî milet teşwîqî kîn û dijminatiyê dike" ji salekê heta 3 salan cezayê hepsê bixwe.
Piştî rûniştinê di nav da parlementerên HDPyî jî komekê daxuyaniya çapemeniyê belav kir.