Ji ber teqînê çaleke 2 mêtroyî fireh û mêtroyekê kûr çêbû. Bi tesîra teqînê hin gor xirab bûn û hin dar jî welgeriyan.
17 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2017
Diyarbakir
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê duh êrîşeke bibombe hatibû kirin, 4 polês şehîd ketibûn û 2 polês jî birîndar bûbûn. Tesîra vê êrîşê îro dema ku roj derket zêdetir xuya kir.
Duh li komelgeha Zanîngeha Dicleyê nêzîkî qada herfiyatê dema wesayita polîsan derbas dibû, li nêzîkê goristana gundê Sadî Tanoglu teqemeniya ku berê li ser rê hatibû bicihkirin, hatibû teqandin.
Di êrîşê da 4 polîs şehîd ketibûn û 2 polês jî birîndar bûbûn.
Cihê ku teqîn çêbû çaleke 2 mêtroyî fireh, mêtroyekê kûr çêbû. Bi tesîra teqînê hin gor xirab bûn û hin dar jî welgeriyan.
Hin welatiyên ku gora eqrebayên wan xirab bûn, hatin goristan paqij kirin.
Ji bo ku terorîs bên girtin li herêmê operasyon dewam dikin.
Polêsên birîndar jî li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê tên tedawîkirin.