07 Tebax 2016•Rojanekirin: 07 Tebax 2016
Serokê Gişkî yê CHPê Kiliçdaroglu got, "Ev di tarîxa komarê da derbeya herî bi xun e . 240 şehîdên me hene, 240 şêrên me ketin erdê, Xwedê rihma xwe li 240 şehîdên me bike. Wan dîroka demokrasiya me da ciyekê zêrîn girtin. Emê wan ji bîr nekin, nedin jibîrkirin, ew qehremanên demokrasiyê ne."
"Êdî taybetiyeke 15 Tîrmehê heye, 15 Tîrmehê ji bo me deriyê lihevkirinê ji me ra vekir. Di 15 Tîrmehê da êdî Tirkiyeke nû heye. Heke em vê hêzê, vê çanda lihevhatinê bikaribin pêşva bibin ji bo zarokên xwe hemû bi hev ra Tirkiyeke baş bihêlin."
"Tenê îro na, divê di pêşerojê da jî em girîngiyê bidin xurtkirina demokrasiyê. Ji bo ku demokrasî bi pêş bikeve divê pergaleke perwerdeyê ya ku dipirse û lêkolîn dike ava bikin. Divê zarokên me azad mezin bibin, wijdana wan azad be û fikr û ramanên wan azad be."