17 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Abdulgadîr Masparîpovê ku wek failê êrişa terorî bo ser qulûba şevê li Ortakoya Beşîktaşa Stenbolê dihate lêgerîn li Esenyurta Stenbolê hate desteserkirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, Ekîba Şûbeya Bergiriya Terorê li Rêvebiriya Ewlehiya Stenbolê, tesbît kir ku êrişkarê Ortakoyê li adreseke Esenyurtê xwe vedişêre. Li ser vê agahiyê operasyon hat kirin û kujêr Abdulgadîr Masparîpov û 4 kesên li gel wî hatin binçavkirin.
- Tîmeke taybet a ku ji hezar kesî pêk tê hat avakirin
Di vê navberê da hurgiliyên girtina êrîşkar derketin holê. Ji aliyê Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê ji hezar polêsan tîmeke taybet avakir.
Di operasyona ku kolana 911emîn a Esenyurta navçeya Stenbolê du evar hat kirin de Masharîpov û 4 kesên ligel wî hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku 4 kesên hatin binçavkirin ji wan yek zilamekî Qirgiz e, yên din jî 3 jin in û xelkê Misir, Senegal û Somaliyê ne.
- Ji bo ku balê nekşînin jinên reşik bi kar anîne
Şikbarên ku hatin binçavkirin piştî kontrola wan a tenduristiyê li Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê îfade dan.
Hat dîtin ku şikbar li navnîşana ku lê diman demeke dirêj mane. Dema ku dan û stendin kirine û cihên xwe guherandine jî ji bo ku balê nekşînin jinên reşik bi kar anîne.
- Gelek kes hatin binçavkirin
Ji hêla din, polêsan li avahiyê ku şikbar lê diman tevdîreke ewlehiyê ya mezin dîtin û nehîştin ku kes here û bê.
Di vê navberê de li 5 navçeyên Stenbolê operasyon hatin kirin. Di operasyonan deAbdulgadîr Masharîpovê endamê şaxa Ozbekan a rêxistina terorê DEAŞê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.