17 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Şahînê Waliyê Stenbolê der barê êrîşa terorê ya li Ortakoyê da wiha got: "Eşkere ye ku êrîş li ser navê DEAŞê hatiye kirin"
Vasip Şahînê Waliyê Stenbolê digel Mustafa Çalişkanê Midûrê Ewlehiya Stenbolê der barê êrîşa ku li Ortakoyê hat kirin da li ber Midûriyeta Giştî ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê da.
Waliyê Stenbolê Şahîn der barê êrîşa terorê ya li Ortakoyê da wiha got: "Terorîst sûcê xwe qebûl kir. Herwiha di encama lêkolînê de derket holê ku şopa tiliyan jî hev du digire."
Waliyê Stenbolê Şahîn der heqê êrîşa terorê ya li Ortakoyê da wiha axivî: "Ji roja êrîşê vir va Midûriyeta me ya Ewlekariya Stenbolê der heqê êrîşkar da xebateke pir cidî û girîft kir û herwiha di operasyoneke ku bi şev li navçeya Esenyurtê hat lidarxistin da kujer û kiryarê vê êrîşa menfûr hatiye qefaltin. Kiryar Abdulkadir Masharipov e. Ji Ozbekistanê ye û bûyîna wî 1983 ye. Li Efxanistanê hatiye perwerdekirin, 4 zimanan dizane. Terorîstek e ku baş hatiye gihandin û perwerdekirin."
Waliyê Stenbolê Şahîn diyar kir ku bi rastî jî polêsê me ked û emegekî mezin da û wiha got: "Xebateke pir baldar meşand û di vê li ser 152 adrêsan operasyon hat kirin. Di van operasyonan da 50 kes hatin binçavkirin. 168 biyanî jî li ser gumana ku terorîstên biyanî bin, teslîmî merciyên têkildar kirin. Bi terorîst ra 197 hezar dolarê Amerîkayê hat girtin. 2 demançe û şarjotên wan hatin bidestxistin."
Şahîn der barê êrîşa terorê ya li Ortakoyê da wiha peyivî: "Li wê derê derdora wê herêmê teqîba hevalên me dewam dike. Li vê derê li 5 navnîşanan lêgerîn hat kirin û piştî nîvroyê operasyona li ser wan her 5 navnîşanan xurttir kirin û domandin. Di encamê de êrîşkar li wan her 5 navnîşanan yekê hat qefaltin."