Elif Orhan
07 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2018
ANKARA
"Xelatên Oscar ên Herî Başên Salê" yên Komelaya Rojnamevanên Cîhanê hatin belavkirin. Di kategoriya çapemeniyê de xelata "Ajansa Nûçeyan a Herî Serkeftî" dan Anadolu Agencyê.
Serokê Komeleya Rojnamevanên Cîhanê Feyzî Ozturk di merasima xelatdayînê ya ku li otêlekî hat kirin de axivî û diyar kir ku wek komele ji bo kes û saziyên ku di beşên xwe de serkeftî ne "Xelatên Oscar ên Herî Başên Salê" didin.
Ozturk qal kir ku îsal sêyemînê merasima xelatdayînê li dar xistin û got ku xelat bi şopandina nûçeyên di warên polîtîqa, dîplomasî û mijarên rojane ji aliyê endamên komeleyê ve tên dayîn.
Piştî axaftinan di beşên cur bi cur de xelat hatin belavkirin. Xelata "Ajansa Herî Serkeftî" dan Anadolu Agencyê.
Li ser navê Anadolu Agencyê Nûçegihana Edîtoriya Nûçeyên Hûndir Merve Yildizalp xelat wergirt.