01 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li bakurê Iraqê, herêma Metînayê operasyona esmanî kir, di operasyonê da kozikên çekan, sitargeh û depoyên çek û muhimatan ku li gor tesbîtê PKKya rêxistina terorê bi kar dianî, hatin îmhekirin
Li gor agahdarkirina Sererkaniyê TSKê li bakurê Iraqê operasyonên li dijî rêxistina terorê ya cudakar û xerabkirina kampên wê didomîne.
Balafirên şer ên Fermandariya Hêzên Esmanî duh li herêma Metînayê dijî kampên PKKê operasyona esmanî kir.
Di operasyonê da kozikên çekan, sitargeh û depoyên çek û muhimatan ku li gor tesbîtê PKKê bi kar dianî, hatin îmhekirin.