22 Tebax 2016•Rojanekirin: 22 Tebax 2016
BATMAN
Li Batmanê bi pêşengtiya hin partiyên siyasî û bêtirî 50 rêxistinên civaka sivîl va li hemberî rêxistinên terorê PKK, DAEŞ û Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) dê meşa bertekê were lidarxistin.
Serokê Şaxa Batmanê ya Komeleya Ramana Azad û Mafên Perwerdeyê (Ozgur-Der) Şefik Sevim di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku bi pêşengtiya hin partiyên siyasî û gelek rêxistinên civaka sivîl ên wekî Platforma Hezkiriyên Pêxember, Platforma Raman û Baweriyê, Komeleya Karsazên Serbixwe, Konfederasyona Sendîkayên Karmendan va meşa dijî terorê dê were lidarxistin.
Sevim got ku ewê sibê di saet 18.00an da li ser xaçerêya Esentepeyê bên bal hev, ber bi Parka Ataturk bimeşin û paşê jî li Kolana Edaletê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Sevim got ku wan hemû welatî vexwendin meşê da ku berteka xwe nîşanî terorê bidin.