18 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê duh herekata asimanî bir ser çoltera Bitlis û herêma Zapê ya dikeve aliyê bakûrê Iraqê, di êrîşê de sê şikeft tevî embarek muhîmat û baregehek çekan hat îmhekirin, li gorî tespîtên ewil du terorîst hatin berterefkirin.
Serokatiya Sererkaniyê ragihand ku, hêzên ewlekariyê li ser agahiya 'endamên rêxistina terorî ji bo êrîşê amadehiyê dikin', duh danê nîvroyê herekata asimanî bir ser çoltera Bitlis û herêma Zapê ya dikeve aliyê bakûrê Iraqê.
Balafirên şer ên Fermandariya Hêzên Hewayî li herêma Zapê sê şikeft tevî embarek muhîmat û baregehek çekan îmhekirin. Herwiha di herekatê de li gorî tespîtên ewil du terorîst hatin bêtesîrkirin.