18 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2017
ANKARA
Li paytext di çarçoveya lêpirsîna li ser Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) da, der heqê 40 kesên ku 39ê wan berê li Wezareta Karên Navxweyî xebitîne û yek jê jî hê wezîfedar e da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Çavkaniyên Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê diyar kir, ji 40 bersûcên ku li gor îdiayê ByLocka bernameya rêxistinê bi kar aniye, yek jê hê li Wezaretê dixebite, yên din ji kar hatine dûrxistin an jî hatine îxrackirin.
Rayedaran diyar kir ku binçavkirinê dest pê kir.