22 Gulan 2017•Rojanekirin: 23 Gulan 2017
DIYARBAKIR
Li Silîvana navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî rêxistina terorî PKKyê da di şikeftekê da teqemeniyeke destçêkirî hat qefaltin
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, di çarçoveya Operasyona Şehîd Cendirme Astsûbay Çawiş Metîn Uysal ya ku bi destê ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê hat lidarxistin da li çoltera navçeyê di hundirê şikefteke sêçavî da teqemeniyeke destçêkirî ku bi 20 kîlogram amonyûm nîtrat û şekir û herwiha 4 tûpên pîknîkê va hatiye amadekirin, digel 515 kîlogram xwarin û pêxwarin hatin qefaltin.
Li ser talîmata dozgeriyê teqemeniya destçêkirî bi destê tîma jinavbirina madeya teqemeniyê bi awayekî kontrolkirî hat jinavbirin.