Önder Beyter
07 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
ADANA
Li Edeneyê di operasyona dijî rêxistina terorî DEAŞê da bi îdiaya ku Konsolosxaneya Amerîkayê li Edeneyê tevda plan dikirin ku li dijî hin bînayan çalakiyê pêk bînin, 13 berşik hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyê, ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê li dijî rêxistina terorê DEAŞê berbangê operasyoneke hevdem birin ser navnîşanên ku pêş da hatibûn diyarkirin.
Di çarçoveya operasyonê da ekîbên tevgera taybet deriyên hin malan şikênandin û wisa ketin hundir.
Di operasyonê da 12 jê Sûriyeyî 13 berşik hatin binçavkirin. Materyalên dijîtal ên ku di lêgerînan da hatin bidestxistin jî seba lêkolînê birin ewlekariyê.
Hat ragihandin ku berşikan plan dikirin ku êrişî hin avahiyên ku Konsolosxaneya Amerîkayê li Edeneyê jî di navê da ye, bikin.