07 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2016
ERZURUM
Li herêma rojhilatê Anadoluyê kêmtirîn pileya germahiyê, bin sifirê 28 pile li Erdexanê hat pîvan.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê texmînkirin ku li herêmê hewa bi ewr û sayî be. Herwiha tê texmînkirin ku danê êvarê li bakûrê Erdexanê berf bibare.
Herwiha li gorî texmînan, li herêmê di pileya germahiyê da guhertineke mezin dê çênebe û ba jî dê ji hêla bakûr û bakûrê rojava ve di asteke navîn da were.
Li herêmê kêmtirîn pileya germahiyê, bin sifirê 28 pile li Erdexanê, 21 pile li Agiriyê, 19 pile li Qersê, 8 pile li Erziromê, 9 pile li Îdirê û 9 pile li Erzinganê hat pîvan.
Herwisa tê texmînkirin ku bilindtirîn pileya germahiyê li Tûnceliyê 5, li Îdirê 3, li Erzinganê 2; li Qersê bin sifirê de 5, li Erziromê bin sifirê de 6, li Agiriyê bin sifirê de 7 pile be.
Qalindahiya berfê li Erdexanê 18, li Agiriyê 8, li Erziromê 7 û li Qersê jî 3 santîmêtro hat pîvan.
Ji hêla din, hat ragihandin ku bi şev û ber destê sibê cemed û seqemê çêbe û ji ber hindê welatî, ajovan û kesên eleqedar divê baldar û bi tevdîr bin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî ekîbên rêvekirinê rêya Erdexan-Çildira diçe Deriyê Sînorê Turkozu, Erdexan-Posof û Deriyê Sînor ê Çildir-Aktaşê neyê girtin hewl didin û bênavber dixebitin.
- Qers
Li Sarikamişa navçeya Qersê jî hewa sar bû û sifîrnekên xaniyan cembelîk girtin û ji bo paqijkirina berfa ser rê û peyarêyan jî ekîbên şaredariyê xebatên xwe didomînin.