Nihat Kavşut
31 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2019
ÎSTANBUL
Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya destnîşan kir di operasyonên ku li Sultanbeylî û Sariyerê hatin kirin da 850 kîlogram eroîn hat qefaltin û 2 kes jî hatin binçavkirin.
Yerlîkaya di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got: "Ekîbên Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê di operasyonên ku li Sultanbeylî û Sariyerê hatin kirin da 850 kîlogram eroîn qefaltin û ji ber bûyerê jî 2 kes hatin binçavkirin."
Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya di parvekirineke xwe ya din da jî diyar kir ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Stenbolê derketin operasyonê û di TIRekê da 500 kîlogram madeya skunkê ya hişbirê qefaltin û got ku di operasyonê da 3 kes hatin binçavkirin.
Yerlîkaya wek mayîn wêneyên madeyên hişbirê yên hatin qefaltin weşand.