25 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2018
VAN
Navend Wan li 7 bajaran dijî PKK/KCKya rêxistina terorê operasyon hat lidarxistin, di operasyonê de 16 şikbar hatin binçav kirin.
Tîmên Midûriyeta Ewlehiya Bajêr û Fermandariya Cendermeya Bajêr di çarçoveya îfadeya Musa Hakîrê terorîst yê ku navê wî yê kod "Hebûn"e li Erdîşa navçeya Wanê, Stenbol, Enqere, Bolu, Îdir, Tekîrdag û Erziromê operasyona hevdemî lidarxist.
Di operasyonê da ji 24 kesên ku der heqê wan de biryara binçavkirinê hatibû derxistin 16yê wan hatin binçav kirin.
Di lêgerîna mal û dikanên şikbaran de 2 demançe û gelek melzemeyên dijîtal hatin bidestxistin.
Ji bo girtina şikbarên din xebat dewam dikin.