Kemal Karadağ
25 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2023
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand, li Ozapa navçeya Wanê duh di encama qezaya çekê da Eskerê Bipeyman Omer Cînkara birîndar bû û digel hemû midaxeleyan xelas nebû.
Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin, "Vê bûyerê em pir xemgîn kirin û Xwedê rehma xwe li şehîdê me yê ezîz bike. Serê malbata şehîdê me, Artêşa Tirkiyeyê û miletê me yê esil sax be. Xwedê sebrê bide."