08 Mijdar 2019•Rojanekirin: 09 Mijdar 2019
Li Îpekyoluya navçeya Wanê di çarçoveya lêpirsina rêxistina terorê da Şaredar Azîm Yacan û endama meclisê Şehsade Kurta HDPyî hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, Şaredarê navçeya Îpekyoluyê Azîm Yacan û endama meclisê Şehsade Kurta HDPyî di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê va tê meşandin ji ber sûcê "endamtiya PKK/KCKya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê" hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "2 şexsên ku navê wan derbas dibe hatin binçavkirin. Di çarçoveya operasyonê da li meqama şaredariyê û wesayîtan de lêgerîn hat kirin û materyalên sûc hatin bidestxistin."