15 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2016
ŞANLIURFA
Şaredarê Bajarê Mezin Şanliurfayê Nîhat Çîftçî wiha got, "Heger 15ê Tîrmehê hewldana derbeyê bi ser biketa Şanliurfayê ji yek wan ciyan bûya ku dê bihata dagirkirin. Ji ber ku sînorê Sûriyeyê hatibû vekirin. Hişê jorîn ku em jê ra wisa dibêjin, anku hêzeke navneteweyî hemû unsûrên di nava we da diemilîne."
Çîftçî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku hêzên nexêr di 15ê Tîrmehê da Tirkiye dirêjî ser maseya emeliyatê kirin.
Çîftçî bal kişand ku gel bi feraset, bawerî û hişmendiya xwe va rê li ber vê emeliyatê girtin û wiha dewam kir, "15ê Tîrmehê, hewldaneke welatên dereke ya derbeyê bû ku xwestin yekîtiya Tirkiyê perçe bikin û paşê jî Tirkiyê dagîr bikin."
Çîftçî got ku li Tirkiyê gelek derbe qewimîn, lê di van derbeyan da bi tenê hikûmet guherîn û wiha pê da çû, "Di hewldana derbeya FETOyê da guhertina hikûmetê nedihat pêşbînîkirin. "
Herwisa Çîftçî bal kişand ku ji sedî 64ê gel derket ser kolanan û têkoşîna azadiyê dan.
- "Ketine hemû saziyên me"
Çîftçî bal kişand ku hêzên derva di operasyona ji bo derbeyê ya li Tirkiyeyê amûrên herêmî bi kar tînin, ev amûran ji hev cuda nînin, dora kîjanê bê wê bi kar tînin.
Çîftçî bal kişand ku herî dawî FETOya ku di nav dewletê da cî girtiye bi kar anîn û wiha pê da çû: "Dibê em vê bibînin. Fetullah Gulenê serkêşê FETOyê di sala 1999an da hildan DYAyê. Nika eşkere ye ku ji bo tiştên berhewa hilnedane wê re. Di vê da ya ku nerind e ew e ku ketine nav zarok, pêşeroj, sazî, civak, bazirganî û hemû tiştên me. Ji ber vê têkoşîn têkoşîneke dijwar e, rêxistineke zehf kirîpto ye. Di menê berê da merhemet, zarok, hes û alîkariyên me bi kar anî. Vê rêxistinê berî tank û teyareyên ku bi pereyê vî gelî hatine kirîn dîsa di vî gelî da kir."
- "Şanliurfayê bihata dagirkirin"
Çîftçî got ku qehremanê 15ê Tîrmehê eva gela ye, gelê Tirkiyeyê li dinyayê tiştekî ewil kir û pêşî li derbeyê birî.
Çîftçî destnîşan kir ku di hewla derbeyê da Şanliurfayê bihata dagirkirin û wiha pê da çû:
"Heke hewla derbê ya 15ê tîrmehê bi ser biketa, cihê ku wê di serî da bihata dagirkirin yek jî Şanliûrfa bûya, lewra deriyê Sûriyeyê vebibû. Hêzeke navneteweyî hemû ûnsûrên nav we bi kar tîne. Rêxistinên A, B, C bi tena serê xwe nikarin van karan bikin. Hêzeke navneteweyî organîze dike. Tu vê hêzê texmîn dikî nikarî tam bibêjî ev e û îsbat bikî. Ev hêz li herêmê rêxistinên terorê jî bi kar tîne. DEAŞek dertê tu nizanî ji ku. çawa derket, aboriya wê ji ku tê, ev alav û amûr ji ku wan ra tên, mirovên ku diçin beşdar dibin heta niha li ku bûn. Meriv li ser van hemûyan difikire. Heke hêzek piştgiriyê nedê ev wiha nabe. PYD jî PKK jî wisa ye."
Çîftçî got ku bi îxrackirina diyar bû ku elemanên FETOyê di nav leşkeriyê da çi qas hene û wiha dewam kir:
"Heke derbe bi serketa ev kûkla bûn. Vê rêxistinê 30 sal in hestên me bi kar anî û mezin bû. Dêwek derket holê. Ev dêw ji bo van rojan hatiye mezinkirin. Me wisa zen dikir ku ev nimêjkar in, ji me ne. 30 sal berê hatine plankirin û niha dertên pêşiya me."