Türkan Tosun
09 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2019
RÎZE
Alî Mutluyê (83) xalê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Guneysuya navçeya Rîzeyê hat definkirin.
Cinazeyê Alî Mutlu bi balafirê ji Stenbolê anîn Trabzonê û ji wir jî bi wesayîtê anîn navçeya Guneysuyê.
Ji bo definkirina Mutlu li Mizgefta Navend a Guneysuyê merasima cinaze hat lidarxistin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, birayê wî Mustafa Erdogan, bûrayê wî Ziya Îlgen, kesên din ên ji malbatê, Sekreterê Giştî yê Lijneya Ewlehiya Neteweyî Seyfullah Hacimuftuoglu, alîkarê wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îbrahîm Er, Waliyê Rîzeyê Kemal Çeber, Şaredarê Rîzeyê Reşat Kasap, nûnerên partiyên siyasî û welatî beşdarî merasima cinazeyê bûn.
Piştî nimêja esrê cinazê Mutlu li goristana malbatê ya li Taxa Ulucamiyê hat definkirin.