30 Gulan 2016•Rojanekirin: 31 Gulan 2016
ANKARA
Sererkaniyê ragihand ku duh li bakurê Helebê 58 hedefên DAEŞî bi top û obusên firtoneyê ve hatin gulebarankirin. Li gor tespîtên ewil herî kêm 28 endamên rêxistina terorê DAEŞê hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya ku ji sererkaniyê hat dayîn, duh li bakurê Helebê bi wasitayên keşîf û çavdêrîkirinê va 58 hedefên DAEŞê hatin tesbîtkirin.
Di çarçoveya muqabeleya mislî va obusên firtoneyê û bataryayên ÇNRAyê hedef dan ber topan.
Piştî topavêtinê li gor tesbîtên ewilîn herî kêm 28 mensûbên DAEŞa rêxistina terorê hatin kuştin, du wesaîtên bombebarkirî hatin îmhakirin.