29 Gulan 2016•Rojanekirin: 30 Gulan 2016
HAKKARÎ
Walîtiya Hekariyê daxuyand ku li navçeya Yuksekovayê qedexeya derketina derve ji bo demeke qismî hat rakirin.
Di daxuyaniya walîtiyê de hat gotin ku li navenda Yuksekovayê, gundê Vezîrliyê û mezraya Çîmenliyê ji ber bûyerên terorê zêde bûbûn, hêzên ewlehiyê ji bo ku ewlehiya mal û canê welatiyan biparêzin, çalan bigrin, rewşa aramiyê pêk bînin dixebitin û ji ber van operasyonan derketina derva hatibû qedexekirin.
Hat gotin ku li navenda navçeyê di 13ê adarê de, li gundê Vezîrlî û mezraya Çîmenliyê jî di 30ê adarê de derketina derva hatibû qedexekirin. Lê ji 30ê gulana 2016an vir ve, her roj ji saet 06.00an pê ve, heta saet 20.00an qedexeya derketina derve ji bo demeke qismî hat rakirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da wiha hat gotin:
"Qedexe wê bi minasebeta meha remezanê ji 5ê hezîrana 2016an pê va serê sibê ji 06.00an heta êvarê saet 22.00yan were rakirin. Piştî saet 22.00î cardin heta serê sibê qedexe wê dewam bike. Ji ber qedexeya derketina derva mamoste û xwendekar jî ji 14ê adara 2016an pê va îzna îdarî tên hesibandin. Piştî ku di 30ê gulana 2016an roja duşemê qedexe qismî hat rakirin, dibistanê cardin vebin û perwerdeyê bidome. Di dema qedexeyê da welatiyên me pêdiviyên xwe yên xida, derman û tenduristiyê peyda kirine û ji bo van tevdît hatine hildan. Nêzî 2 hezaran welatî ji herêmê sax û silamet hatine tehliyekirin û tu pirsgirêk derneketiye. Ji bo ku zirara welatiyên me were tesbîtkirin, Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ekîb wezîfedar kir. Ekîbê dest bi tesbîta zirarê kiriye."